P. Kemal
Em Lotikxanê difroşin!!!!!
F. Devliken
Firkandin
B. Ronahî
DARCIGARA YEK MITROOOOOO !!!
L. Şêxo
Şifêr, qomser û heval
A. Dûran
DEZGEH DANÎN!
B. Qendilê
Gendelî ne tenê ketiye bêrîkan
R. Kal
Agirê nava Gozê
S. Îloz
Hovîtiyek û Mikurhatinek
N. Çelîk
Kera nebin nav keran
ARŞÎV | TÊKILÎ

Bardakoğlu silavek da girgirekên herêmê


Serdar Mirad

Serokê diyaneta Tirkiyê Alî Bardakoglû, bi serdanekê hat Amedê û silavek da me û girgirekên herêmê. Bardakoglû hem bi serok Osman baydemîr re û hem jî bi mela û şêxên herêmê re hevdîtinek pêk anî, pirsgirêkên herêmê nîqaş kir.

ali baydemir

Cîgerim Bardakoglû, di hevdîtinan de li girgirekên herêmê guhdarî kir, behsa giringîya bajarê Amedê kir û girîngîya bratîya xelkên Tirkiyê anî zimên. Bardakoglû bi şeş telaqên jinberdanê sûnd xwar ku ewê gundên bakurê Kurdistanê bê mela nehêle û wê di her gundekî de melayek hebe.

Cîgerim Bardakoglû, di serdana xwe de ji Amedê, Batmanê, Sêrtê, Mêrdînê, Şirnex û Ruhayê bi 60 girgirekan re hevdîtin kir û bi navê diyanetê lotikek qirase avêt derûdorê. Lê balkêş e ku di hevdîtinê de bardakoglû newêrîbû gotina “Kurd” bîne ser zimanê xwe û tenê got:”Ez bi serê xwe û bi wê rîh û şaşikên we kim, divê aşitî bê herêmê û êdî xwîn neyê rijandin” filan û bêvan.

ali imam amed

Ez serê we neêşînim, Alî Bardakoglû bi kirasê spî û şaşika xwe ya mezin bakurê Kurdistanê fetih kir û got:”Bi xatirê we, êdî bes e!”

07.02.2010- Amed-

Ev nivîs 120 carî hatiye xwendin


2 şirove hene - “Bardakoğlu silavek da girgirekên herêmê”

  1. ew sofıye gunek res u ku gunıke wan jı e mam celal jı mıstır kıne lawwwwwwwwwooo.

  2. hindik Mela yên wî Ciwan dane kustin? Hindik Melayên wî Kurd bi Kurdan dane Qirkirin bi ser Navê Ol u Nizanim çiyê,hindik feqehên wî Ji gundîyên bêpelîjan Xwarine?

    bi çi ruyî hina jî Li Gund u bajarên Kurdan digerin ez fehm nakim, Ez ji bedêla wî de bame, min´ê ne Kirasê Spî, Yekî REŞ li Xwe kiribane u Minê xwe bavêtana ber tor u bextê wan Feqîrên Kurdan u Bigotana di Sêrî de min Efu bikin, nuka ezê bigerîyame, lê ma çi yekî wekî min di wê quncikê re dernakevê ku kevirekî Li Qehfê Serê wî bixê!

    Qun Reş`e Qun Reş

Şirove bike