P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
Hetiketî û bêkesayetî
B. Ronahî
BÊJIN PADÎŞAHÊ XWE
L. Şêxo
Pira selatê
A. Dûran
KARÊ DİNAN
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
BISE ÎCAR DORA JINA YE
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Çavê we ronî, ajanseke nû vebû!


Senger Îloz

kevirbiri pen Li gorî saloxên wî; rojnamevan û endamê PEN a KURD Salihê Kevirbirî, piştî çapên çendemîn ên pirtûkên xwe welat bi welat û bajar bi bajar geriya ye. Em jî mizgîniyekê didin xwendevanên wî ku ajansek nû ya ragihandinê ava bûye û navê wê jî ANK ye.

Di van gerên xwe yên îmzekirin û danasîna pirtûkan de, rojnamegeriya xwe jî dike û bi van rojên xwe yên taybet hemû raya giştî agahdar dike. Kevirbiryê ku debara mala xwe bi pelên pirtûkên ku hê ne nivîsîne jî dike, wek ajansek nûçeyan xebatên xwe dimeşîne û yek bi yek beşdariya hemû konferans û civînên nivîskaran dibe.

Lê ji ber ku Kevirbirî bi bernavê xwe yê din rojnameger, bi qasî Routers û Associated Press peyamnêran di rih û bedena xwe de dihewîne, tu kes ji liv û tevgerên wî bêhay namîne.

Herî dawî jî di malpera PEN a KURD de li ser çalakiyên Kevirbirî nivîsek nûçeyî hatiye weşandin. Nivîsa ku bi navê Rewend Xerzî di malperê de cih girtiye, bi pesindayîna Kevirbirî ava devê xwendevanan diherikîne. Di binê nivîsa ku behsa semîner û lotikên danasîna pirtûkan dike de, ji aliyê rojnameger ve tiştek hatiye ji bîr kirin. Ew jî maîla xwe ya ku bi navê xwe yê eslî jî bi kar tîne di binê nivîsa Rewend Xerzî de daniye. Lê em dîsa didin xatirê xwendevanên wî, em vê çewtiya jêderka Ajansa Nûçeyan a Kevirbirî nabînin. 

Em li ser navê hemû nivîskar, rewşenbir, lîstikvan, tirrek, virrek, xirrek û çavbelekên Kurd, ANK ango Ajansa Nûçeyan a Kevirbirî pîroz û bimbarek dikin.

Ev nivîs 410 carî hatiye xwendin


4 şirove hene - “Çavê we ronî, ajanseke nû vebû!”

  1. eynê ew tirshike hahahahah

  2. Cîgerîm Salîh wekî paşnavê xwe êdî nûçeyan mîna keviran bibire bavêje ,Hevîdarim lotikan navêje LOTIKXANE!
    ANK-Ajansa Nermik Kurmik.

  3. Heyf û hezar heyf!
    Mala bavê min mala mêra ye, çadira bavê Lalo ji binî de hilweşiya ye!
    Saliho mervekî wekî te jêhatî û herwiha îdolê şanogerê hêja Zekeriya, çawa şaşiyeke wisa kiriye kuro? Zekeriya radibe û rûdine bi serê te sond dixwe… Te hêvî û baweriya wî jî ji binî de hilweşand. Ha va Zekeriya serê sipartiye sînga min û qurequra wî ye hêsirand dibarîne.
    Hey te di şimikê niyho!

  4. ger li holê nivîskariyek hebûya rast e, heyf! lê ji ber ku nivîskarbûn ne tiştekî wisa ye ku herkes bibe ye, ji loma ez heyfa xwe jî naynim.

Şirove bike