DEZGEH DANÎN!
Adil Dûran
Ev roja ku hikûmetê ji bo Kurd, Elewî û hin hindikayîyên nav xwe dest bi vedanê kir, ew roj rojek şêt e. Dek û dolabek, bê aramî, tevlihevbun, belawelabûn û bêbavîyek asêyî ye.
Ji bo ku hikûmet bi xwe bê biryar e.
Piştî çend gavên virt û vala, ew dixwazin li stuyê hin Kurdan siwarbin, wan kedî bikin û li ser îrada wan danişin.

Ew dezgeh danîn plan û projeyek navnetewî ye.
Berî her tiştî ji bo me azadî, demoqrasî û rizgarî pewîst e.
Divê vê carê Kurd neyên xapandin..
Tê gotin ji rojan rojekê îmamekî kor ji bo jinek xwedîmêr dikeve taya evînê
û her roj di banga sibê de rê li wêya dibirre û merama dilê xwe ji wê ra dibêje. Lê canik dibêje Nuh û nabêje Nebî..
Gelek sal di buhurin. Rojek ji rojan di banga sibê de ew jina xwedîmêr rê li İmamê kor dibirre û vedibêje:
-Belqityo!. Baş dizanim ku te hê ji dev ji min bernedaye. Lê sê daxwazên min hene divê tu wan bi cîh bînî, ser seran û ser çavan…
İmamê kor bi aramî:
-Wey tu hesreta dilê min ya salan keremke..
-Divê tu li mizgeftê beramberê ciwatê eraqê vexwî, cixarê bikşînî û kîrê xwe nîşanî wanan bidî.
İmamê kor mîna İmam R.T.Erdoğan xwedî gelek dek û dolaban e û mirovekî patî ye.
„yek mîlet-yek ala u yek dewlet“ û eraq vexwarin, cixare kişandin û bêedebî ma ne wekhev in?
İmamê kor diçe mizgeftê û dest bi waazan dike, cixarê dikşîne, îskanek eraq vedixwe, doxina xwe vedike, kîrê xwe nîşanî civatê dike û vedibêje:
-Min cixare û eraq ceriband ne baş e. Li gor bawerîya me heram e. Yên ku bawer nakin ew vî kîrê min dibînîn lê rêka bihuştê nabînin.
Piştî wê bûyerê, îmamê kor ji bo hin bawermendan ji çav derdikeve, nayê hezkirin.
Disa gelek dem buhurî. Ji rojan rojekê îmamê kor di minarê de xutbê dixwîne. Dibîne ku çi bibîne, wa jin û mêr di nav bostên de ne, kar dikin. Bangî wan dike:
-Hûn ewên ku di nav bostan da ne çi bêedeb in, fêdî nakin..
Piştî wê bangê, ew camêr bi lez û bez û hêrsketî tê ber mizgeftê û li bin minarê vedibêje:
-Mele..mele, min di te kiro, ma te çi bênamûsîya me dîtiye?
İmamê kor li jor dibêje:
-Xeberan mede lo, dema ku li ser minarê we temaşe dikim hertim tu li ser malxweya xwe yî û hûn bi hevdu şa dibin…
-Bi sê telaqan tu derewan dikî!
-Ma tu ji min bawer nakî were hilkişe jor û temaşeke, ezê dakevim jêr û herim kêleka pîreka te.
Mêrê jinikê hildikişe jor, îmamê kor dadikeve jêr, diçe ba jina wî û haşa xiyarê xwe dixe nav, rehet dibe û bang dike:
-Ezbenî, tu li jor me çawa dibînî?
Zilam wan şilf û tazî dibîne. Herdu çavên xwe mist dide, çawa ku li çavên xwe bawer nake û bi devmirî bersiv dide:
-Çawa ku te dezgeh danîye û kum (totik) çêdikî.
Belê, dezgeh hatiye danîn…
Ji bo behremendan..
07.02.2010