DI TARÎYÊ DE ZEBEŞ NEXWIN GIDÎ !
Rêwîyê Kal
Fêkîfiroş hatibû gundekî Kurdên Qonyayê. Êvarê zebeşekî dikirin, kerî dikin ku bi malbatî bixwin. Gava dest bi xwarina zebeş dikin, elektrîk (kehrebe) tê birrîn .
Dibên: “ Kes nexwe, heta elektrîk tê em tevda bixwin.”

Lawikê malê Ersîno bi nefsa xwe nikare. Serê xwe di tarîyê de dirêj dike ku bi devê xwe perçeyek zebeş bixwe. Lê dayîka Ersîno jî bi dizîka ve çetelê xwe dirêjî firaqa zebeş dike ku bixwe. Çetel rastî serê Ersîno tê û diêşîne. Ersîno bi êşa can dike qêrîn: “ Wey dayêêêê serê minnnn!“.
Wê demê yek çaqmaxê xwe pêdixe, çi bibînin! Di destê dayîkê de çetel û Ersîno bi serê xwe girtîye dike qêrîn…
Dayîk him şerm dike, him jî li ber jana serê lawê xwe dikeve. Nizane çi bibêje êdî. Ersîno himbêz dike û dibê: “ Dayîk bi gorî negirî, tiştek nabe heyrana kurê xwe bim.” Ê li ser sifreyê bi vê bûyerê dikenin.
Dagirkerên Tirk, Ereb û Faris jî li me wisa dikin. Zebeş li ber çavê me kerî dikin, gava em destê xwe dirêjî zebeş dikin, milê me jê dikin bêguman. Em dikin qêrîn û hawar lê kesek ji bo me bigirî tune mixabin!
04.02.2010- Kurdistan