P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
Hetiketî û bêkesayetî
B. Ronahî
BÊJIN PADÎŞAHÊ XWE
L. Şêxo
Pira selatê
A. Dûran
KARÊ DİNAN
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
BISE ÎCAR DORA JINA YE
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Gelo wê Îbo bi gotina Can Dundar bike?


Firildeq Elî

Wek hûn zanin, di derbarê avêtina gav û rêdana demokratîk de cîgerim Erdogan, dixwaze bi hunermend, nivîskar û rewşenbîran re bê cem hev û dîtina wan jî bistîne.

Dibêjin di nav hunermendên ku wê destê Erdogan bihejînin de cîgerim Îbrahîm Tatlises jî heye. Wê lehmecûncî Îbo jî destê Erdogan bihejîne, xwarinekê pê re bixwe û dîtinên xwe bîne zimên. Lê ka wê Îbo di derbarê rêdana demokratîk de çi lotikan bavêje kes nizane.

tatlises

Di vê derbarê de lotikvanê Tirk Can Dundar, pêşniyazek ji Îbrahîm Tatlises re anîye û şêwr û mişêwrek danîye ber wî. Can Dundar ji Îbo re pêşniyaz dike ku gava ew çû cem Erdogan, van gotinên jêrîn bîne zimên û pirsgirêkên ku li hember Kurd û zimanê Kurdî ne bîne zimên.

Can Dundar wilo dibêje:

Ji Îbrahîm Tatlises rica dikim:

-Bela ji serokwezîr Erdogan re strana –Agir ketiye dilê min- bistrê. Piştre jî bela bêje: “We ji bo rêdana demokratîk bangî me kir. Lê gelo hûn zanîn ku berî du mehan xortekî 29 salî ji ber ku strana Kurdî got ji alî polîsekî ve hat kujtin?”

-Bela bêje:

“Sûcê wî xortê Kurd (Emrah Gezer) tenê ew bû ku stranek Kurdî stra û polîs tehamilî strana Kurdî nekir, ew kujt”.

-Û bela ji serokwezîr bipirse:

“ Ma Kurdî di teorîyê de (gotinê de) serbest, lê di pratîkê de (jiyanê de) qedexe ye?”

Werhasilî kelam, îcar ez niha pirr meraq dikim:

Gelo wê Îboyê me wêribe van gotin û pirsan ji serokwezîr Erdogan re bêje?

Ê helbet wê bandora xwarinê jî di wêrekîya wî de hebe bawerim. Heger di xwarinê de îsotên tûj hebin û xwêdan bi Îboyê me keve, belkî ji şewata devê xwe çavê xwe bigre û devê xwe veke. Lê dîsa jî Îbo Îbo ye, hem kare bêjeeee û hem jî kare behsa Mistoyê Selanîkî jî bike wesselam…

07.02.2010- Stenbol

Ev nivîs 429 carî hatiye xwendin


5 şirove hene - “Gelo wê Îbo bi gotina Can Dundar bike?”

  1. Bi Tawizî Melek ez Bawer nakim Lehmecuncî ji Tirsa bêjê çirt jî, wele heke bi wî mabê Xwedê ji Kurda stand u serê Mevanên Lotikxanê Sax!

  2. Hahewww..!!! Gelo dikeve serê we Îbîşo ew pirsan ji serokwezîre tirk Erdogan re bêje?
    Dewşirmo ji dizîya stran û hunara kurdî,asîmîlasyonê û lotik lêxistina mankên û Dasoza pêv çi zane :D

  3. welle te di wê peyva xweyî dawî de tiştekî pir rast got…gelek spassss

  4. Zirt.tu baweri ewf isotciyè Qunre§ ho zirek bi bit?tobe quro. u ez bawerim camer,fifti fifti kurde.isotci 2 babetin.hinek li ser diya xwu .hinek li ser bawen xwu.ibo§ li ser bawen xwuye ereben Qunre§è.

  5. keli ji sere kerike cenebe

Şirove bike