P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
Hetiketî û bêkesayetî
B. Ronahî
BÊJIN PADÎŞAHÊ XWE
L. Şêxo
Pira selatê
A. Dûran
KARÊ DİNAN
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
BISE ÎCAR DORA JINA YE
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Lotikxane, dermanê hemi derdan e


Xalidê Hekarî

keninSpas jibo wê hêza tevgêra gerdûnê tev digerîne ku Lotikxane jî nûjen dibe û wê ji îro û pêde em lotikvan jî lotikên zêdetir û nûtir bavêjîn.

Heta ji me bê emê dilê xwendevanên xweştir bîkiîn. Bi vê wesîlê ezê jibo we serpêhatîya vê sernivîsê par vekim.

 

 

Berî niha min jibo pismamê xwe yê Parîsê Turan (Baro ) têlefon vekir û li halê wî pirsî. (Ew nêzîkî sê salan bû Baro ji ber arêşe û pirsgirêkên malbatî û civakî  ketibû nava stres û xeman . Ken jî ji bîr kiribû). Min jî jê re got: “Bikeve Lotikxanê qurban”.

Piştî çend rojan ew li min gerîya û got:

“ Tû zanî çi hate serê min? Ev bûn sê sal in ku ez nekenîbûm. Lê ev sê roj in dûv yêk ( li pey hev) ez dikenim û dibe hîrehîra

min. Bi ken û hîrehîra min der û cîran li min civîyan û wan digot qey “ ez dîn bûme û min serî xwarîye”. Ez derdikevim eywanê dibe hîrehîra min, ez diçim derva dibe hîrehîra min, di nav cihan de, di nava xewê de dibe hîrehîra min. Jin û zarokên min, der û cîran hemi şaşomaşo bûne. Yên ji min dipirsin çi li te hatîye (çi hewala te ye), ez dibêjim “ bikevin Lotikxanê”. Pismam, ev bûn sê roj in ez heta nivê şevê Lotikxanê dixwînim, dikenim û dibe hîrehîra min. Pêkenok û nivîsên we qet ji mejîyê min dernakevin. Mîratan qed jî xelas nabin. Ji çîrokên Reşoyê Mîremê jî dirêjtir in. Mala we ava, destên we xweş. Hûn bûn sedem ku ez bişêm bikenim; xasma pêkenokên te yên li ser Culemêrgîyan ez ji kenan beecandim. Wek flimekî  Culemêrg û ew kesên xudanên pêkenokan hatin ber çavên min. Tirsa min ewe ku vê carê ez bi nexweşîya ken bikevim. Bi xwe hinek kes wê şikê jî ji min dikin”.

Vêcar hûn dibînin xwendevanên hêja, em kesên ketine stresê û sê salan ne kenîne jî ji kenan dîn dikin û bi çolan dixin. Lotikxane dermanê serêş, dilêş, piştêş, stres û hemi derdan e. Heke hûn bawer nakin, ji Baro (Turan) ê pismamê min bipirsin.

08.02.2010-

Ev nivîs 189 carî hatiye xwendin


Şirove bike