MÛZ
Bavê Jîndar
BANANA – BANANIER
Mûz hêşinhatek giyayi yên mezin ji malbata muzan e û ( hinek dibêjin ji malbata tûyan lê bi dimena palmal an e ) li welatên germ hêşin têt. Bejna wê 3- 25 m yan bilind dibe, qurmê wê wek girêkan di nav axê de ne. Belgên wê di navtenga wê de hêşin dibin û gelek mezin in. Rengê wan kesk in û bi qasî 2 mitroyan dirêj in. Di nava belgê de rehek dirêj, ji wê rehê cep û rastane rehên rîşî jê diçin û di herdu aliyan de ditewin, dişibin baskên qertelan. Ji tayên çikên tewiyayî kulîlk dibişkivin. Rengên kulilkên wê bi gelenperi binevşî ne. Lê yên sor, zer jî hene. Ji wan kulîllkan fêqiyek gûşîyane wek pêçîyên destan çêdibe. Qaşilek ku berê kesk û paşê jî zer dibe heye. Kêm zêde 100 cûreyên muzan yên kedî û kûvî hene. Yên heri maqûl û çandiniya wê tê kirin “ Gross Michel “ in . Çîkîta jî cûreyek Gross Michel e. Yên çandinî ji ber ku jibo fêqiya wê zêde berbide, xwediyên wan nahêlin zêde bilind bibin. Piranî di bilindahiya 2 mitrowan de dihêlin. Ji her binekê 200 mûz jê tên hilanîn.

Welat û dirok: Welatê mûzê başûrê Çinê, Hidistan û Awûstralya ye. Diroka wê baş nayê zanîn, lê eserên di derheqa muzê de berî zayinê bi 500-600 an li Hindistanê hatine dîtin. Wisa tê bawerkirin ku gemîvan û masîvanan jibo werîs (şerît-qeytanên qalind) û torên masîgirtinê jê çêbikin çandiniya muzan kirine. Lê paşê jî ji xwarina fêqiya wê fayde dîtine û bi vî avayî belavî deverên din bûye. Niha jî di dinyayê de mûz bûye fêqiyek ku heri zêde tê xwarin. Welatên herî zêde lê tên çandin Hindistan, Amerika latîn, Awûsturalya, Spanya û hwd.
Berhevkirin: Fêqî jibo xwarinan û arvan tê hişkkirin û hilanîn. Dara wê mehekê di avê de dimîne û paşê, bi şehek taybet tê şehkirin û dibe wek benan. Ew ben jibo werîsên (xalat) tên gemiyan û torên masivanan tên hûnandin. Herweha ji wan tayan hesîl, şewk, berhemên diyarîyan tên çêkirin û jibo kursiyên tirinbêlan jî tê xebitandin.
Têdahî: Potasyûm. Nişaste, Asitên folik, Şekir, Rûn, Kalsiyûm, Hesin, Fosfor, Paxir, iyot, Sodyûm Vitamin A, B1, B2, B6, C, E. û hwd.

Kêrhatî: 1-Hemi maddeyên ku beden hewceye pêk tîne. 2- Hestiyan zexim û bihêz dike ,westiyan û hêrsbûnê hiltîne. 3-Taybetiya wê ya tedawîkirina arêşe û êşên rûvikan heye. 4- Jibo nexweşiyên gurçikan bi fayde ye. 5- Jibo dil şîfadar e. 6- Jibo sîstema kezîyan, edavên movik û gurçikan gellek bikêrhatî ye. 7- Stresê ji holê radike. 8- Dewisîna xwinê dadixe. 9- Jibo kezebê gellek baş e. 10- Şêlav (girêz) a aşikê kêm dike.
Di derbarê mûzê de Prof. Dr. Ahmet Maranki dibêje: “ Mûz di hundirê xwe de madarek zêde asidên folik, vitamina B6, nişaste, potasyûm û şekir dihewine. Mûza ku bi şîr ve bê xwarin gelek hesin, kalsiyûm û vitaminan dide bedenê. Zeximbûna bedena zarowan pêk tîne, li hember nexweşiyan berxwedan û bixwevehatina bedenê pêk tîne. Westiyana beden û hêrsê ji holê radike û jibo dil şîfadar e. Jibo movikan û kezîyan zêde bi fayde ye. Heke mirov bi tenê bi mûzê xwe têr bike, dê zehmetiyên hezmê bikêşe. Ji kesên ku nexweşiya şekir pê re heye re ne baş e”.
Mûz bi navê xureka mejî yan jî Afrodizyak navdar e. Fêqiya muzê ya gehiştî ji alîyê şekir ve gelek dewlemend e û bi hêsanî tê givirandin. Jibo xwedîkirina pidikan (zarowan) pir tê xebitandin û ji wan re gelek baş e. Mûz jibo zeximbûn û xurtbûna kezebê pir baş e. Şêlava (girêza) aşikê (mexdê) kêm dike.
Karanin: Ji fêqiya mûzê gelek cûreyên pastan, kekan tên çêkirin. Ava wê tê givaştin û vewxarin.
08.02.2010