P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
Hetiketî û bêkesayetî
B. Ronahî
BÊJIN PADÎŞAHÊ XWE
L. Şêxo
Pira selatê
A. Dûran
KARÊ DİNAN
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
BISE ÎCAR DORA JINA YE
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Weyy tîîîîtttt…!


Farûqê Devliken

UMITEz bawer im, biçûk mezin hûn hemû kes, rewşenbîrê bêhempa Umît Firat nas dikin…
Ew Umît Firatê ku dijberî û berberiya Apo û PKK dike…
Ew Umît Firatê ku bi devavêtina Apo û PKK ê bi telîsan pere ji telewizyonên Tirko qezenç dike…
Ew Umît Firatê ku di warê Kurdayetî û siyasetê de tenê Xwedê taela li ser xwe re dibîne…
Ew Umît Firatê ku li taxa Cîhangîrê rûdinê… 

Nizane bi Kurdî bipeyive, heta roja îro ji bo çand û edebiyata Kurdî du kevir danenîne ser hev, ne eyb û ne fedî dev davê Apo û PKK ê û bi zimanekî tund, bi şêwazeke beradayî wan tawanbar dike.
Nizane bi Kurdî bipeyive, dibê ez rewşenbîrê Kurd im û herwiha hêlîna xwe dibe hezar hêkî. De ji wan hezar hêkan jî nehsed û nod û heyşt xerabe ne, yek pûç û dawiya mayî jî nikil kiriye. Ew a nikilkirî jî, bibe çêlik wê bi çi be û nebe çêlik wê bi çi be?

Gelo te heta roja îro çi kiriye?
Gelo hayê te ji te û Kurdayetîya te heye?
Gelo tu Cihangîra Stenbolê didî bi Kurdistanê?
Gelo tu Guney Qahwesî didî bi Enstîtuya Kurdî?
Ne bawer im…

Bi çavê siyasetmedarî li xwe dinêre, lê mixabin siyaset, gava dihere daşirê, li ser kevirê daşirê rûdinê û dibe çireçira qûna wî, tê hişê wî…
Bi çavê siyasetmedarî li xwe dinêre, lê mixabin gava disincirîne û radipelike dîwaran siyaset di bîrê de tê…
Bi çavê siyasetmedarî li xwe dinêre, lê mixabin gava dihere li qahwexaneyê rûdinê û dibe reqereq û şeqeşeqa kevirên okey, politîka di mejiyê wî de bi sobaniyê dilîze… 

Guney Qahwesi:
Ciyê şoreşgerên betilî ye…
Ciyê nivîskarên zikêşî û virikî ye…
Ciyê rewşenbîrên beravêtî ye…
Ciyê şanoger û lîstikvanên qerimî ye…
Ciyê quretî û pozbilindiyên vala ye…

Çend roj berê ji bo dîtina hevalekî ez çûm wir. Bi gavavêtina hundur re, salê heyştê hate bîra min. Bêhna zindana Diyarbekir ji hundur difûriya. Lê zindanek ji binî de hilweşiyayî!
Bêhneke genî ji hundur dihat, lê ne bêhna xwêdan, qilêr û qirêja hefsiyan; ev bêhn, bêhna mejîyên jihevdeketî bû…
Ev bêhn, bêhna hetîketiyê bû…
Ev bêhn, bêhna têkçûyinê bû…

Min çavên xwe gerandin. Serî di ber serî de hemû kesan bi okey dilistin. Ji şeqeşeqa kevirên okey pê ve, deng ji kesî nedihat.  
Biborin, di telewîzyonê de jî, çend kesan li pêşbaziya hespan temaşe dikirin û herwiha hîrtehîrta wan jî di ber re dihat. Te yê sond bixwara ku yên dibezin ne hesp in, ew bi xwe ne…

Hevalê ku ez lê digeriyam, li ser maseya rewşenbîr Umît Firat runiştibû. Ez jî çûm li kêleka wî rûniştim û min xwe kerr kir. Camêran ji min re çayek jî xwestin.
Umit Firat berçavka xwe li ser pozê xwe edilandibû û reqînî ji keviran dianî. Îmana keviran teneke dikir… Kêf kêfa wî bû, li ser hev kevirên bi dilê xwe dikişand û di bin simbela de dikeniya. Sê-çar neqla li ser hev, ya vekir ya jî okey dişarî kir… Qûş li hevalên ser masê diqetand.
Ji nişkê ve telefona wî lê ket…
Camêro rewşenbîr e, ji loma…
Ji qenaleke taybet lê digeriyan. Nivîskar, rewşenbîr û profesorên gibgibe li hev civiyabûn, lê ji ber lîska xwe ya okey brêz Firat derfet nedîbû ku li wir ciyê xwe bigre. Moderator jî, bi telefona xwe ya desta wî ji ser maseya wî ya okey nerehet dikir da ku brêz û rewşenbîr Firat dîtin, nerîn û ramanên xwe yên li ser pêvajoya dawî bi mêvanên sutudyoyê re parvebike.  
Moderator li ser pêvajoya dawî pirs jê dipirsîn.
Destekî wî di nav keviran de bû, bi destê xwe yê din jî telefon girtibû ber guhê xwe.

Nizanim çi jê pirsî rojnameger. Bi heyecan got:
Na, na. Ez qet vê siyasetê napejirînim. Heqê kesî tune ye Kurdan di çavê dinyê de bike terorîst. Kurd ne Kurdên berê ne û herwiha Kurd êdî hesab dipirsin. Heyştê şîn!

Rojnameger:
Bibore brêz Firat, min fêhm nekir.

Umît Firat:
Min ji hevalan re got. Haa! Min çi digot? Belê, Kurd ne Kurdên bêrê ne û wextê hesabpirsînê hatiye…

Rojnameger:
Gelo PKK dixwaze ev şer biqede?

Umît Firat:
Na, na. Te dehê sor avêt, nema dibê tu paş ve vegerînî. Nebû wek we, hûn hîla dikin birê min. Bi telaq bi we re nayê lîstin.

Rojnameger:
Dehê sor! Hîle! Brêz Firat min fêhm nekir. Ji kerema xwe tu dikarî hinekî zelal bikî?

Umît Firat:
Te dehê sor avêt û ev kevir ji min re dibe û herwiha ez pê okey dişarî dikim. Ez qet qebûl nakim tu vî kevirî paş ve vegerînî.

Rojnameger:
Birêz Firat, bi rastî jî min fêhm nekir. Ji kerema xwe hinekî vekirî bipeyive.

Umît Firat:
Ji kerema xwe tu telefonê bigrî, gaveke din ez ê li te bigerim. Ez niha li ber vekirinê me û ez digerim, li ser tayikekî maye. Kevirek were ez ê dişarî bikim. Ya na ev çay, qahwe û dewên me vexwarine wê giş du stuyê min de bimîne.

Ji qewla rehmetiyê bavê min;
Weyle min di tewfîqa xwe niyhî!
Em ê Kurdistanê li ser maseyên okeyê rizgar bikin.
Weyy tîîîtttt! Ji qewla Salih Bezoyê Bezfiroş…

Ev nivîs 313 carî hatiye xwendin


3 şirove hene - “Weyy tîîîîtttt…!”

  1. Weyyy xweş helal be ji te re. Te kurdbûn û siyasetmedariya wî kire pênc pere. Jixwe zêdetir jî ne dikir….

  2. Herbijî Farûq her bijî…..

    Lê min meraq kir ew hevalê li kêlekê kî bû?
    Umit Fırat ji xwe bûye Umîdoyê Sergore!!!

  3. Xwezî min di wî Derîyê wê Qehwê re daba der u Tilîlî kek li ser Umîdê Bavê re bavêtana ka Umîdê Bavê bin xwe ne di dagirt.

Şirove bike