P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
BARANA HAVÎNÊ
B. Ronahî
CEZAYÊ AXAFKÊ
L. Şêxo
Şabaş Apê Yilmaz şabas!
A. Dûran
Li jêr derdek, li jor hezar derd
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
Evren li axretê çi bersiv da?
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Adil Dûran






Li jêr derdek, li jor hezar derd 4/07/2010

Yê rast bibêje ji heft gundan diqewirînin... Baş dizanim ku mîrov bertîlê jî bide, carek din nayê dinyayê. Gelek pirsgirêkên jîyanê hene. Em bi wan re omrê xwe derbaz dikin bêyî ku çareser bikin. Rê li ber me winda dibe, dibînin çaryan li pêşîya me de ye. Lê dîsa jî nizanin ku wê bidin ser kîjan rêyê. Pirsgirêkên me gelek bi sedem in, bersiv wisa ne bi hêsane. Disa jî hin kesên ku em wan bi çavekî nizm û piçûk dibînin û wek mirov nahewînîn, zû bi zû ji bo xwe  rê û rêbazekê ...

OL U SİYASET 29/06/2010

Ji rojan rojek Mela Hecî tayÎnÎ gundekÎ dibe.Lê li wÎ gundÎ şêxekÎ kal, têra xwe zana û rojdÎtÎ hebûye. Dema ku ew Mela Hecî bi galegalê û çÎrokan xwe li ber dilê gel şêrÎn dike, şêx dibîne ku wê rewş xirab bibe û hê ji xiraptir bibe,ewê bê nan bimîne. Rojekê hemi bawermendên xwe dicivîne û wazan dide: -Gelî sofî û mirîdan, çawa ku li we jî eyan e, ew mela yê ku tayînî vî gundî bûye.ne mela ye. Ew mîrovekî beredayî, kafirekî  bê îman e.   Piştî vê waaza şêx, gundî bi lezûbez diçin êrîşî  ...

SÊ DIJMIN 13/05/2010

Netewê Kurd xwedîyê sê dijminên herî xedar e… 1-Kemalîzm 2-Şerê navxweyî 3-Bawerîya olî Ji van sedeman bê yekîtî, bê maf û bê par maye. Pêş neketîye û nekarîye bibe dewlet û hwd. Tê gotin: ’’Gotin gotinê vedike“ û gotin gotinê li ser zêde dike. Du bira di nexweşxanê de dişuxilin.Yek nexweşên ku hevcedarê emelîyatê ne dibe cîhê narkozê da ku bêhiş bikin, yê din jî ewên ku ji nexweşîyê mirine dibe morg ê da ku cenazê wan veşêrin. Ji rojan rojek herdu bira bi dartermê (sedye) rastberî hevdu tên. Yek meytekî bi xwe re dibe morgê, yê din ji ...

JINEKOLOG Û ÇÊKIRINA XWARINÊ 2/04/2010

Hevalekan Kurdekî başûr bi xwe jinekolog e. Car caran bi telefonê hal û pergala wî pirs dikim û em dibin mêvanên hevdu. Ji rojan rojekê min telefonî wî kir: -Çawanî ezbenî? Gelek dereng û bi dengekî dudilî bersivand: -Ma tu çawanî ezbenî, halê te? -Halê min? Ji berbanga sibê heya roj diçe ava herdu destên min di navşeq û quzên jinan da ye, ma va jî hal e kaka! -Xwezî bi dilê te doxtorê min….. Piçek nerm bû û bi ken: -Ma ji te tê keremke were tu jî destên xwe têke navê wî… -Ez ne jinekolog im. Ma wê xelk ...

QET NEÇÛN..! 23/03/2010

Adîl Dûran Roja şemîyê ez û kur û malxweya xwe çûbûb Baxçeyê Heywanatan. Birastî jî min dixwest bila kurê min ê du salî wan gîyandaran nas bike. Em di serî da çûn rex bizinan. Ji wan re hewşek çêkirîbûn û hawîrdor çeper bû, ew çeper jî bi têlên elektrîkê hatibû rapêçandin. Nêrîyek ji wî alî ve hilkişîya çeperê. Pîreka min ji tirsa ra bazda û got: -Ew xwedê ew dişibe te, înad û hêrsketin, rîyê qutik, lêv wekî lêvên te.. Û di wê encamê de ji alîkî din ve nêzikî çeperê bû û di ser çeperê ...

DEZGEH DANÎN! 7/02/2010

Ev roja ku hikûmetê ji bo Kurd, Elewî û hin hindikayîyên  nav xwe dest bi vedanê kir, ew roj rojek şêt e. Dek û dolabek, bê aramî, tevlihevbun, belawelabûn û bêbavîyek asêyî ye. Ji bo ku hikûmet bi xwe bê biryar e. Piştî çend gavên virt û vala, ew dixwazin li stuyê hin Kurdan siwarbin, wan kedî bikin û li ser îrada wan danişin. Ew dezgeh danîn plan û projeyek navnetewî ye. Berî her tiştî ji bo me azadî, demoqrasî û rizgarî pewîst e. Divê vê carê Kurd neyên xapandin.. Tê gotin ji rojan rojekê îmamekî kor ji ...

PIŞTÎ.. 1/02/2010

    Tiştên berê bi mane û bi tahm bûn. Ji rojan rojek lawik ji bavê xwe tika dike: -Yabo, her roj van barê êzingan bi piştê dikşinim ber deri. Êdi pişta min kul bû.Vaye hêştirek bi zêreki didin û gelek erzan e. Dixwazim tu ji bo min hêştirek bikiri.. -Nabe kurê min, ne dema xwe ye. Û gelek sal dibuhurin.. Bavê wi lawiki deh zêran dide û hêştireki tine ber derê malê û girê dide. Lawik şaşmati dimine: -Yabo, çend sal berê hêştirek bi yek zêri bû te ne kiri û ez di bin wan piştiyan de bûm nivmêr. ...