P. Kemal
Em Lotikxanê difroşin!!!!!
F. Devliken
Firkandin
B. Ronahî
DARCIGARA YEK MITROOOOOO !!!
L. Şêxo
Şifêr, qomser û heval
A. Dûran
DEZGEH DANÎN!
B. Qendilê
Gendelî ne tenê ketiye bêrîkan
R. Kal
Agirê nava Gozê
S. Îloz
Hovîtiyek û Mikurhatinek
N. Çelîk
Kera nebin nav keran
ARŞÎV | TÊKILÎ

Pîr Kemal




Em Lotikxanê difroşin!!!!! 12/03/2010

Dibêjin:“Xwedê teala bi elb û çewalan bi ser hinekan de dibarîne“. Ewqasî ku şans û nesîbê hinekan fireh e. Ez bawerim tenê em Kurdên xwelîliserên bakur, rojava û rojhilat bê şans û nesîb mane. Maşelle Kurdekanên me yên başûrekan sînorê şans û nesîb jî buhurandine. Tew xwedê teala ne bi elb û çewalan, lê bi telîs, xurcik û bîdonan bi ser wan de barandiye. Wan 10 dixwest, xwedê 100 daye wan. Bi qewlê xwedê û saya serê xalê me G.W.Bûşh, canekanim ji tengasiyê derketin firehîyê û kêfa li ser kêfê dikin. Xwedê ...

Daxuyanî û balkêşî! 28/02/2010

Em wek Lotikxane tucarî dijminatîya dîtin, ol (dîn), ziman û nasnama kesekî nakin û destûrê jî nadin ku kesek di Lotikxanê de dijminatîyê bike. Helbet emê rexneyan bikin, lê rexneyên dostanî û erênî. Bi taybet jî em rexneyên xwe li Kurdan dikin. Berê em şûjina di çavê xwe de dibînin û piştre derzîya çavê xelkê rexne dikin. Em bala xwe didinê ku hinek xwendevanên me di beşê şiroveyan de dijminatîya dînê îslamê dikin û hetta haşa zimandirêjîya mezinên îslamê yên wek pêxember û wekî din, dikin. Ev helwest ne helwesta Lotikxanê û ne siyaseta ...

Em jî bûn bajarî 7/02/2010

Ev 3 sal û nîv e ku me şev û rojên xwe kir yek û Lotikxane heta bi îro anî.  Heta niha me Lotikxane bi awayên klasîk diweşand. Ji ber vê yekê jî, bar hemi ketibû ser pişta min û min jî wek himalên sûka bajarê Edenê, di bin vî barî de diwestiyam, çavên min pê re derdiket. Lê wîjdanê min rehet bû, min zanîbû ku qenc yan xerab ez û hevalên xwe xizmetekê ji ziman û çanda Kurdî re dikin. Ji ber ku em di warê çêkirina malperên bi PHP de ...