
Sidîqo etarî dikir. Li ser pişta kerê, gund bi gund digerîya û hûrmûr (benîşt,balon,lîstok û hwd..) difirot, pê derbasîya xwe dikir. Lê Sidîqo pir miqelît û fenek bû. Gava derdiket gundan bazirganîyê, xwe li kerrîtîyê diavêt. Ji gundîyan werê deng nabihize, kerr e.
Pîrekên gund li ser kanîyê ne, bi hev re henek û laqirdîyan dikin. Sidîqo jî kerên xwe tîne ku av bide. Kerê nêr xirê xwe rep kiriye, li bin zikê xwe dixe û dike hirre hirr. Pîrekek gund dibê “ keçno ka lê mêzekin xirê kerê çiqas dirêj e ...