Lotikxane

Şimamokê û Mihemedê Serperitî
Silav xaltîka Fatê

Xaltîka delal û şîrîn, dermanê derdê bê derman…

Navê min Şimamokê ye. Ez ji başûrê Kurdistanekan im û temenê min 31 sal, 11 meh, 3 hefte û 12 seet e. Yanî, ez tam di kemla xwe de me û av li min geriyaye.

Derdê min pir mezin û giran e xaltîka Fatê. Xwedê neyne serê kesî, tiştê hatiye serê min nehatiye serê mişk û pisîkên xwedê. Hêvîdarim tuyê aqilekî bidî min û rêyek xêrê bide ber min rebena xwedê.

Derdê min ev e xaltîka Fatê.

Di zankoya Selaheddînê de ez û xiyarekî dil ketin hev. Navê xiyaro Mihemedê Serperitî bû. Ji ber serê wî wek qûna meymûnê peritî bû û gurî û keçel bû, jê re digotin “Serperitîyo”. Lê Serperityo xortekî baş bû, ji min hez dikir û wek tajîyê ku bide dû kîroşkê dida dû min.

Axir, rojekê dê û bavê Serperitîyo hatin mala me xwazgînîyê û ez ji bavê min xwestim. Lê gava bavê min çav li serê peritî û keçelîya Mihemedo ket, wek pisîka ku têkeve nava mêst (mast) lê hat û hew nemabû ku dilê wî raweste.

Bavê min li min hêrs bû û got: “Ev e hezkirîyê te Şimamokê?”

Min go: “Erê welle ev e babo”.

Bavê min bi gijola porê min girt û got:”Evê gurî û keçel e ha, keçê serê wî wek qûna meymûnê ye, ma ezê çawa qûna meymûnê bikim zavayê xwe, ma wê xelk û alem nebêjin Silo keça xwe daye yekî keçel haaaaaaa” û şîmaqek li min xist.

Axir, her çiqas min ji babê xwe re got ku „wê Mihemedo porê xwe biçîne û porê xwe wek porê Fazil Mîranî boyax bike“ jî, fêde nekir û Mihemedê Serperitî ji malê qewirand.

Axir xaltîka Fatê

Ez ketime bextê te, min ji vê belatê xelas bike. Ez û Mihemedê Serperitî bûne wel Leyla û Mecnûn. Em ji derdê lotikan dişewitin û doxîna me şilo pilo dibe. Yan divê ez jî xwe wek jinên Kurdên başûrekan bişewitînim û yan jî divê miradê min û Serperitîyê min bi hev bibe.

Ka îcar tu dibê çi xaltîka Fatê?

Şimamokê

Duhok

Bersiva xaltîka Fatê

Bismillahirrehmanirrehîm, bi navê yezdanê pak û xiyarên Duhokê…

Ya Şimamoka 31 salî…

Weyla min di devê te û babê te de mîztê, yanî ji temamê Kurdistanê te çû yekî gurî û keçel dît ha? Ma xiyar li başûr qeliyabûn xwedênehiştê? Mihemedê Serperitî! Merheba Serperitîyo! Ê ji xwe wê babê te aciz bibe û bibe wek pisîka nava mêst kezîkurê, haletê babê te serperitî û zavayê wî serperitî, ma ev bû? Ma du serperitî di malekê de dibin keçko, wî!

Werhasil ya Şimamokê, weyla agirê tenûrên heft gundan bi doxînê ketê rebbî…

Law madem agir bi nav şeqê te ketiye û tu dixwazi bizewicî, îcar guhdarîya xaltîka xwe bike û van şîretên min têxe serê xwe.

Binere, niha modeya „rast têxê û şaş derxe“ derketiye. Yanî, gava zilamek diçe ji xwe re keçekê dixwaze, dê û bav keça xwe ya xweşik û seksî pêş zilêm dikin û girêza devê wî diherikînin. Piştî qelen tê dan û mehra îmamê çaroxî  tê birrîn, dê û bav îcar keça xwe ya qert û jihevdeketî dixemilînin û ji zilêm re dişînin. Îcar gava zilam rûdanka ser çavê bûkê radike çi dibîne hesab li cem te..

Îcar bi ya xaltîka xwe bike û tu jî taktîka „rast têxê û şaş derxe“ bi kar bîne.

Meselen xortekî çelend û lihevhatî bibe malê cem babê xwe û bêje:“Aha ji te re zavayekî qirase, mêrê bi sed mêrî. Navê wî Mihemed e“.  Ji xwe hesil dêya te ye. Heger dêya te dil ket zavayê xwe û got „temam e, aha ev xiyarekî baş e“, babê te nabêje na.

Îcar piştî babê te te da wî xiyarê qeşartî û mehra îmamê çaroxî avêtin ser we, here cem Mihemedê Serperitî, bibe jina wî kurmê xwe bişkînin, hevdu di nav toz û dûmanê de bihêlin. Heger rojekê babê te çav li Mihemedê Serperitî û serê wî yê wek qûna meymûnê ket, bêje „babo êşa mirîşkan bi Mihemedê min girt û porê wî weşiya“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam ya Şimamoka agirpêketî…

Bi ya xaltîka xwe Fatê bike û eynen weke ku min gotiye bike. Heger babê te qebûl kir û ket xefikê, ji xwe tuyê bi xiyarê Mihemedê Serperitî şad bibî. Yan na, were emê xortekî ji xortên Lotikxanê bidin te û ji sibê hetanî êvarî hevdu bidin ber lotik û zîtirkên bergîlkî û tu sax….

De yalla, xwedê bi te re be rebbî….

Ev nivîs 35 carî hatiye xwendin

Daxuyanî bûne adet law!
Bi serê Sofî Xelef û bapîrê min yê bejinzirav Berazî, heya doh min nizanîbû ku Zinar Ala jî hunermend e. Heya niha min got belkî ha nîv nivîskarek e. Lê yabo derket holê ku tirtirakî hunermenda ye bavo.  Bi telaq ji daxuyaniya wî xweya dike ku dev li hunermendan diçirîne. Ma ne ew bû yê ku li Helebê mîna burkanê bi ser û çavên Behsiyan de teqiya. Welle helal olsin abê!

Neyse, me qala daxuyaniyan kiribû.

Min daxuyaniya kak Zinar Ala xwend. Nîvê daxuyaniyê gava ku qala burkan û teqîn û filan û fistiqan dikir, min fam kir. Lê ya ku min qet fam nekir Zinar abê  hevalekî te telefûnî te kir û got: “Kak Zinar, ger tu bi a min bikî neçe Newroza bajarê Bonn ê” û te jî got: “Bi telaq ez naçim”.

Îca daxuyanî ji bo çi babam? Ê teyê bê fedî jê re bigota “bi telaq ezê herim û mineta te û yên li pey te li diyarê ha”,  ma hewceyî daxuyanî û filan û fistiqan bû cegerim!

Berya demekê hunermend Zubêr Salih jî ji bo Roj tv daxuyaniyek tirtire dabû û tê de gotibû: “Ma me li talanê dewleta Belcîka xistibû, yan me derpiyê jinên wan ji wan kiribûn, yan jî me di tasa wan de mîstibû ku ev felek û dewrana ha bi serê telfizyona me de anîn” û gotinên mayî jî ji xwe Sofî Xelef dizane jê bipirsin.

Ê kekê Zubêr, ma me îro di tasa wan de mîstiye keko!

Ma tu nizani ku kîna wan tev ji ber “me pere di qasa sosyalên wan de nehiştine û bi ser de jî em dibêjin welatê wan nexweş e û em di destê arîkariya wan de bimîzin!”

Wan jî sêravikên van gotinên me di çavên Roj tv û kak Remzî û sayin Zûbêr re derxistin. Pardon, min biraderê xwe Abdulselam Mustafa berpirsyarê PYD yê Eurûpa ji bîr kir, ê de ji bo xwedê  ka vî feqîrê Abdulselam çi kiribû?

Neyse, hima kî bixwaze tiştekî bêje yan jî hinekan rexne bike, malperên me zehf in. Şikir û kî çi bişîne diweşînin. Bi quran li rastnivîsan jî nanerin û hima wek tu bişîni diweşînin kuro. Îca roj roja we ye hunermedên hêja, daxuyaniyên xwe bişînin malperan berî ev derfet jî destên we herin.

Hunermendên hêja, ji kerema xwe re li ser dora tenûrê bisekinin û bera bîna we fereh be babam. Bi telaq emê daxuyaniyên we tevan biweşînin, lê malpera ku daxuyaniyên we neweşandin ji kerema xwe re ji Lotikxanê re bêjin. Bi sê telaqên bê fitû emê dawa wan  bi ser wan dakin û wan rezîl û riswa bikin.

Ez jî bi destebirakê xwe Sofî Xelef re dikevim birçîbunê heya ku xwestekên Sofî bi cî neyên û xelas…

ahmedeberazi@yahoo.de

Almaniya

Ev nivîs 27 carî hatiye xwendin

Em girêdayî Kurdistana mezin in
Di dema îro de Kurd zêde behsa Kurdistana mezin nakin mixabin. Tenê lotikxanecî behs û doza Kurdistana mezin û hetta doza Împaratorîya Medya dikin û hew. Wekî din Kurd di nav lotikên otonomî, federasyon, muxtarîyet û xweînkarkirinê de gêjo mêjo bûne û bi êşa mirîşk û berazan ketine.

Di vê derbarê de li bajarê Zaxoka rengîn, alîgir û netewperestên lotikxanecî pir in. Lotikxanê li vir hîmên saxlem avêtine û sîxurên me yên Kurdperest ji KDP, YNK û lîsteya Goranekan zêdetir dixebitin ellawekîl.

Werhasil, sîxur û canfedayên partîya Lotikxanê, bi alîkarîya beledîya Zaxo, hinek şîrket û girgirekên Zaxoyê, alayek mezin çêkirin û ew ala li ser nexşeya Kurdistana mezin çikandin. Ev helwest wek rêz û pêgirêdana “Kurdistana mezin” hat şirovekirin û dilê me rehet kir.

Al di firehîya 600 metroçaralî de ye û têra xwe mezin e. Lênerîn û dîtina wê bi heybet e û bi taybet tirsê dixe dilê qûnreşên dijminên Kurdan. Ev proja qirase ji alî Mihendiz Abdulstar Reşît û Hogir Mihemed ve hatiye amadekirin û lotikek Kurdewarî ye.

Di derbarê vê lotika Kurdewarî de  Berpirsê Buroya Ala Kurdî yê Zaxoyê Yûsiv Hesen, bi serbilindî dibêje:”Îro em bi serbilindî dibêjin ku bi sedema rêz û pêgirêdana Kurdistana mezin, me ala Kurdî li ser nexşeya Kurdistana mezin neqişand” filan û fîstan.

Ez serê we neêşînim gelî lotikvan û Kurdperestan.

Divê Kurdistana mezin û yekgirtî di serê her Kurdê bi namûs de bijî û bê jiyandin û hûn sax..

Bijî Kurdistana mezin!

Zaxo

Ev nivîs 36 carî hatiye xwendin

Newroza we pîroz be!
Roja berxwedan û nîşana azadîyê Newroz, li gelê Kurd pîroz be.

Newroz e Newroz e

Newroz e Newroz e

Sibe ye Newroz e

Maçek bide min yar

Cejna te pîroz e

Newroz e bihar e

Bel bûne gul û dar e

Bîna gul û lale

Destê min bi dest yar e

Newroz û mizgîn e

Bihara rengîn e

Kesk û zer û şîn e

Xalîça rengîn e

Cegerxwîn

Ev nivîs 30 carî hatiye xwendin

GARIS
GARIS

PANÎCÛM  MÎLACEÛM

Garis hêşînhatek ji malbata dexlan (geniman ) e. Kêm zêde 300 cûre û awayên wê yên bejî û avî hene. Reh û rîşîyên wê xwe berdidin kûratîya axê  û li hember zuwahî û bê avîyê zehf qahîm e. Bejna wê bi tîrane li ser gîyayek qamîşî  50-100 cm bilind dibe. Belgên wê keskêtarî û dirêj in. Di nîvê gîyayê wê yê qamîşî de ûşîyek çêdibe. Di wê ûşîyê de 800 – 3.000 libikên spî , zer û biriqokên wek xîzê (qum) hûr hene. Aha ji wî xîzê hûr re ”garis”  an jî garisê mirîşk û çûkan tê gotin. Bi gelenperî garis li welatên wek Afrîqa jibo xwarina mirovan, li welatên din jibo qûtê mirîşk û balindeyên kedî tê çandin û gîyayê wê jî dibe alifê  heywanan.Herweha ji garis Spîrto jî tê çêkirin.

Welat û dîrok: Welatê garis Kurdistan û Mezopotamya ye. Li gor destkevtîyên lêkolîn û lêgerînan; ji alîyê medenîyetên Asûr, Babîl, Med û milletên wan deveran dijîn ve çandinîya wê hatîye kirin. Ji 3000 salan zêdetir e li Almanya û Polonya jî çandinîya wê tê kirin. Welatê herî zêde lê tê çandin welatên Afrîqa, Pakîstan, Çîn û Rûsya ye. Li Kurdistana bakur bajarên ku herî zêde lê tên çandin Ruha, Amed, Kexta Sêrt, Bedlîs, Wan, û Hekarî ne. Li Hekarî û Wan ê bi şîr û dew nanek jê tê çêkirin û ji wî nanî re nanê “Kore “ tê gotin .

Berhevkirin: Garis biharan tê çandin, dema wek genim û ceh zer dibe tê berhevkirin, gêre kirin û hilanîn

Têdahî: Lîf, Nişaste, Fosfor, Hesin,  Magnezyûm, Tîyamîn, Nîyesîn, Çînko ,Paxir, Maganez, Karotenoît, Lûtêîn, Zeaxanthîn, Gilîkozîta domîn.

Kêrhatî: 1- Betilîna hiş ji holê radike. 2- Jîyan û rehan bihêz dike. 3- Jibo jinên dugîyan ( ducan-hemil-bi zaro) pir bi fayde ye. 4- Jibo nexweşîyên qefesa sing û agirê bilind zêde bi kêrhatî ye. 5-Îshalê dibire û destava zirav zêde dike. 6- Bandora wê ya alerjî rakirinê heye. 7- Jibo nexweşîya dil û şekir bi fayde ye. 8- Gellek vîtamînan di hundirê xwe de dihewîne û antîoksîdanek baş e. 9- Aramker û êşbir e.

Di derbarê garis de Îbn’î Sîna dibêje: “ Sê cûreyên wê hene. Yek wek birinc e lê birinc ji wê xwedîkertir e. Bandora garis ya qebizkirinê ji ya birincê zêdetir e. Di wê de hêza  bêyîk û bisojeya zuhakirinê heye. Garis aramker û êşbir e. Heke bi kesê wê dixwe re herikandina îdrarê tunebe, wê pê jehrî bibe. Hinek hêza wê ya xwedîker heye. Heke bi şîr û ava kepekê nanê wê bê çêkirin, wê hêza wê ya xwedîker zêdetir be. Heke bi rûnê behîvan bê xwarin, wê gellek xwedîkertir be. Îdrarê diqulipîne, jibo mexdê hinekî giran e û nan jê tê çêkirin”.

Zulfîye Erdem û Muhfîye Akin dibêjin: “Nirxê bizrê wê yê xwedîker bilind e.  Westîyana zêhn radike.  Hezmê hêsan dike, teybetîya wê ya tedawîkirina arêşeyên aşikê û rûvikan heye”.

Ev nivîs 27 carî hatiye xwendin

Daxuyanîyek ji Sofî Xelef
Gelî sofî û mirîdên Lotikxanê, cîger û kezebno….

Berî bi çend rojan min beroşek şorba nîskê danîbû ser êgir û min go “ezê îro têr şorbe bixwim”. Tu nabê mişkê malê “mişko” bê destûra min dikeve beroşa şorbê, têr şorbe dixwe û piştre jî di nava şorba min de dirrî û direve dikeve qula xwe.

Ê helbet haya min ji teşqela mişk û provokasyona wî tunebû. Piştî min tasa xwe tije şorba germ kir, min kevçîyek îzota no jî bera nav da, min pîvazek 500 gram şikenand, nanekî tenûrê danî ber xwe û ez ketim ser şorbê.

Werhasil, bû firefira min û min di binê tasa şorbê de bang da. Yabo seetek derbas nebû, qurequr bi zikê min ket, bû tirre tirra qûna min û min xwe nedît. Wek mirîşka serjêkirî hat serê min. Tu nabê ez bi lotika mişko jehrî ketibûm û dinya wek zîzokê li dora min dizîzikî.

Ez serê we neêşînim, ez bêhiş ketime û haya kesekî jî ji min çênebûye. Piştî bêhna tirr û fisên min li taxê fûriyaye û çend kes pê gêjo-mêjo bûne, hinekan telefonî polîs û ambûlansê kirine û gotine:”Zûûûûû bilezînin, bêhna xaza kîmyewî ji mala Sofî Xelef tê”. Polîs û textor maske û rûdankên xazê dixin serê xwe, derî dişkînin û min radikin nexweşxanê. Tam ez 15 rojan di nexweşxanê de mam heta go jehra mişko ji zikê min derxistin û ez rehet bûm.

Axir, piştî ez hatim ser xwe û çûm dîwanxana Lotikxanê, general û başçawîşên Lotikxanê xebera reş xistin destê min û gotin:”Me te terfî kiriye Sofî Xelef, tuyê biçî bajarê Qersê û bibî melle” û destên xwe li pişta min xistin.

Bajarê Qersê ha!

Sofî Xelef û melletîya bajarê Qersê kuro!?

Law ma we fikra min stendibû babam? Ez bi sofîtîya xwe razî me û qet naxwazim bibim melle, ma çima we ji min nepirsî? Ma demokrasî ev e qardaşim? Kî kare bi darê zorê sofîyekî wek min bike melle ha? Ma ez zarokê ber destê we me oxlim? Ma law ez û melletî?

Min her tişt fahm kir, lê min helwesta porkura xaltîka Fatê fahm nekir gelî xwendevanan. Me bi salan nan û av bi hevre xwar û vexwar, me bi salan lotik û zîtirk bi hevre avêtin, ma law te çima piştgirî da helwesta general û başçawîşên Lotikxanê kezîkurê!

Werhasilî kelam gelî xwendevanan.

Piştî min ev biryara qerase bihîst, min wek Sofî Xelef biryar da ku ez helwesta generalên Lotikxanê şermezar bikim û qûna wan dax bidim. Ji ber vê yekê, ez wek Sofî Xelef dikevim grêva birçîbûnê û naçim li bajarê Qersê melletîyê nakim.

Heta general û başçawîşên Lotikxanê biryara xwe bi şûnde negrin û lêborînê ji min nexwazin, ezê birçîbûna xwe bidomînin û li ber xwe bidim.

Ezê tenê rojê tasek şorba nîskê, pîvazek, nanekî tenûrê, galonek devê cemidî û termûzek çay û qehwe vexwim û xelas. Wekî din xwarin û vexwarin li min û dê û bavê min heram be….

Berxwedan jiyan e..

Sofî Xelef

Ev nivîs 59 carî hatiye xwendin

Firkandin
Apekî min rojekê li mal rûniştiye televîzyonê temaşe dike. Saet yekê şevê ye. Camêro sincirandiye û li filmekî erotîk digere. Hûndirê televîzyonê ji hev de dixe, ji qenalekê xwe davê qenalekê. Çiqas dewlet li ser rûyê dinyê hebe, yek bi yek qenalên gişan di çav re derbas dike. Ji qenalên tirkî dikeviyê, di yên Emrîkî re derdikeve, di qenalên ereban re dikeviyê, di yên rojhilatê dûr re derdikeve. Lê dike û nake camêr bi ser nakeve.

Saet yekê şevê ye û hemû qenalan xwe reş gêrêdane.

Apê min jî sincirandiye û bi dîwêr ve radipelike. Jixwe xêr di jinê de nemaye; ji mêj de wê teqawît kiriye û teskereya wê kiriye bin çengê wê. Xanimê ji wardiya şevê ketiye û tenê kar û şixûlê nava rojê dike. Yanî bi kurtasî, bi roj dixebite û bi şev jî radizê…

Bêlê, berî çavên apê min herin ser hev, bêhemdî apê min pêrgî qenaleke Malezyayê tê. Ziq û matmayî bala xwe dide ekranê. Bernameyek li ser ekranê ye, bernameya firkandinê, ne ya hevfirkandinê haa! Şaş fahm nekin ya tenê firkandinê yanî masaj masaj…

Tu li ser piştê vedikeve, çîpên xwe radidî û pişta xwe didî dîwêr. Pispor, bi wan destên xwe yên kêrhatî, dest bi firkandina lingan dike. Ji firkandina lingan têdigihê bê nexweşî di ku derê te de heye.

Werhasil ev dîmen, ev rêbaz bandoreke mezin li apê min çêdike û apê min tevî şelwêr û çefiya serê xwe, çawa dibe sibe, bilêta xwe ya balafirê dibire û berê xwe dide Malezyayê.

Li Malezyayê peya dibe peya nabe, sikak bi sikak, kûçe bi kûçe, kolan bi kolan dest bi lêgerîna wê navnîşanê dike.

Ne bi zimanê wan, ne jî bi nivîsa wan zane. Mîna koran bi vir de û wê de zîz dibe.

Niştecihên Malezî jî, çav şelwêr û çefiya serê apê min dikevin, di serê xwe de dibên, bi telaq me ji xwe re meymûnek zevft kir, em ji xwe re kêfê lê biqewitînin. Ên ku zimanê xwe jê re derdixin, ên ku dikin fîqefîq û pê dikenin, ên ku çavên xwe jê re belovacî dikin û hwd. Apê min jî tê sond bixwe ku ji qefesê reviyaye û şaş û matmayî li derdora xwe dinêre û bi tirs sikak û kûça li hev badide.

Carekê ji nişka ve yek şemaqê dadiweşîne paş stûyê wî, kejika stûyê wî jan dide, agir ji ber şemaqê piloz dibe. Li xwe dizîvire û dibîne, bi sedan kes li dû wî ne û hemû jî dişibin hev… Li kê dinêre zimanê xwe jê re derdixe. Dibe niçeniça wî û di ber xwe de dibêje:

“Ez çi hatim welatê kera law! Qey van ji xwe pê ve kes nedîtine.”

Hê wiha difikire, yekî kurd, apê min ji şelwêr û çefiya serê wî dinase û ber bi wî ve tê û silavekê didê. Ku apê min çav lê dikeve, wek zaroka çav diya xwe bikeve, şewq ji çavan diçirise. Dibê:

“Kuro law ev çi qeşmer in! Min tiştê wisa ne dîtiye, tê bê qey min di ser diya xwe de zevft kirine law! Bi çavên dijmina li min dinêrin.”

Camêrê kurd dibê:

“Na heyran na, wisa nefikire, adeta wan ev e adet.”

Apê min dibê:

“Ez di orta adeta wan de bimîzim! Çawa adet e gidî!”

Camêr dibê:

“Nalet li çavê şeytên! Ka ji birayê xwe re bibêje, çi karê te heye li vir kuro?”

Apê min kaxiza ku navnîşan tê de ye dixe kefa destê wî û dibê:

“Aaa ez li vê navnîşanê digerim. Te bi xêra dê û bavê xwe min bibira wir.” Camêr dide pêşiya wî û wî dibe ber deriyê wê navnîşanê. Apê min ji kêfê xatir ji zilamê xwe naxwaze û xwe li derî diqewimîne. Yekî serê wî rût û çavnûtikî li devê derî wî pêşwazî dike.

Ser rût, li devê derî apê min li pişta xwe dike û di bin apê min de dide çargav û berê wî dide odeya masajê. Wî li ser piştê vedixe. Apê min xwe dimerixîne û ciyê xwe xweş dike. Ser rût, macûnekê li nav tiliyên ling û ser pişt û binê ling belav dike û xwe amade dike ku dest bi sinhetê xwe bike, lê mixabin, camêr paş ve xwe dikişîne û dibe ufe ufa wî. Bêhna berata xenzîr ji lingên apê min difûre. Mêrik bi desta jê re dibê bide dû min ya beraz!

Apê min xwe pîs dike û difiskirîne û dide pey ser rût. Ser rût wî dibe serşokê, bi sê-çar şampûwanên ji hev cuda lingên wî dişo û dîsa wî tîne li ciyê wî vedixe. Camêr xwe amade dike ku bifirkîne, heman bêhn dîsa ji ling difûre. Hinek kolonya, parfum li ser direşîne, lê dîsa fêde nake.

Mêrik ji apê min re dibê:

“Rabe ser xwe û biceheme ji vir derkeve, ji bêhna lingên te wê tu kes êdî bes were vir.”

Apê min dibê:

“Min di qralê te niyho! Ew bêhna ku tu xwe pê aciz dikî, ne ji lingên min, ji qûna te tê kurê kerê ji qûna te. Ew qûna te yî weke kewarekê, ew ferşê qûna te weke ferşên aşa û ne eyb û ne fedî tu henekê xwe bi min dikî û wechê xwe ji min re tirşo tahlî dikî! De here te di şimikê niyho!”

Apê min kejika stûyê xwe dixwirîne û berê dide mala xwe û welatê xwe…

Ev nivîs 58 carî hatiye xwendin

Malê me difroşin me kuro!
Deq û neqş çand û kulturek Rojhilata Navîn e. Bi taybet Kurd û Ereb di demên kevnare de xwe deq û neqş dikirin û ev jî wek xemlek bedewîyê dihat dîtin. Heta bi îro jî jinên Kurd ên navsere (bi taybet Kurdên Mêrdîn, Ruha û Kurdistana binxetê) deqandî ne. Hetta mêrên Kurd jî berê serê pozê xwe yan jî destê xwe dineqişandin.

Werhasil

Deq û neqş îro li welatên rojava, Amerîka û li gellek welatên din bûye mode.  Hûn dev ji dest û lingan berdin, tew heta bi nav şeqê xwe jî dideqînin.

Deq û neqş li gora adetê xweş û bedew in, bi hinek insanan dikeve û li wan tê. Lê deqandin û neqşandina ku îro Ewrûpî dikin, ji sînorê bedewî û spehîtîyê derketiye û bûye kafir kerafî. Tew hinek hene ser û binê laşê xwe di nav deq û neqşan de dihêlin û tenê çavên wan wek zotka mirîşkê xuya dikin.

Aha ji we re çend nimûneyên xweş gelî xwendevanan. Li wan binerin û biryara xwe bidin.

Heger we eciband hûn jî xwe neqşo meqşo bikin. Çawa be êdî şerm û eyb nemaye û dinya bûye berdî berdan…

Arjantîn

Ev nivîs 79 carî hatiye xwendin

Kola doxînê li meriv sist dike
Koka Kola (yanî Coca Cola lo) di dinyayê de vexwarina herî sereke ye ku xelk û jê hez dike û vedixwe. Bi taybet zarok û ciwan xwe li ser Koka Kola dikujin û karin qûna xwe jî li ser kin, ewqasî ku jê hez dikin. Lê derketiye holê ku vexwarinên bi Kola zirarek mezin dide hestîyên bedena meriv û doxînê li meriv dadixe kabokê.

Li gora ku textor û pisporên tendirustîyê radigihînin, fosfora ku di nava vexwarinên Kola de ye, hestîyan dirizîne û wan jar dike, dike wek lingên leglegê. Ne tenê rizandina hestîyan, herweha tê gotin ku vexwarinên bi Kola dibin sedemê qelewbûnê jî. Ji ber ku di nava vexwarinên Kola de şekir pir e, dihêle ku obezîte (qelewî) zêdetir bibe û herweha nexweşîya şekir û dil jî peyde bibe.

Di vê derbarê de Prof.Dr.Şukru Hatûn, jina xwe ji xwe berdaye û gotiye:“Bi şeş telaqên jinberdanê, bi serê Xelo û Celo kim, di hemi lêkolînan de derketiye holê ku girêdana obezîtê û vexwarinên bi Kola bi hev re heye. Vexwarinên bi Kola, ji alîyekî şekirê di nava xwînê de bilind dike, ji alîyê din „hormona însulîn“ê zêdetir dike. Ev jî dibe sedem ku beden rûn û dohn depo bike. Herweha dibe sedem ku mirov ji xwarin û vexwarinên ji şîr dûr bikeve û ev jî dibe sedema alozî û têkçûna bedenê“ filan û fîstan.

Werhasilî kelam, vexwarinên bi Kola xeter in cîgerno. Îcar hûn vedixwin yan venaxwin ji xirrê Şemoyê mitirb ve û hûn sax…

Ev nivîs 112 carî hatiye xwendin

Mihemedê me îmana meselê teneke kir
Mehmet Ocalan (brayê A.Ocalan) hevpeyvînek qerase da rojnameya Turkiye û îmana meselê teneke kir. Heta niha hinek zimandirêjan digot: “Mihemedê me gundîyekî xwedê ye, nikare du gotinan bîne ser hev” û ew didan ber lotikan. Lê qardaşim, bi dîn û îman, ez dibêjim heta îro belkî sayin Abdullah û Osman Ocalan jî hevpeyvînek ewqasî xweş û di ciyê xwe de nedane çapemenîya Tirkiyê. Kuro hilandiye ha, îman li rojnamevanê rojnama Turkîye çikandiye û tirr tê de kirine fis ellawekîl. Aferîn cîgerim Mihemed Ocalan aferîn, bi sê telaqan tu qeraseyekî zilamayî!

Werhasil, Mihemedê me di her warî de dîtinên xwe tîne zimên û bersivên pir maqûl û aqlêselîm dide pirsên rojnamevanê Tirk.

Mihemedê me di derbarê malbata xwe de bi şeş telaqan sûnd dixwe ku “dê, bav û wek malbat xalis muxlis Kurd in û tu bêhna Tirkan ji malbata wan nayê”.

Di derbarê Qendîlê de dibêje:”Ji ber ku rêveberîya Qendîlê çareserkirina pirsa Kurd a bi rêya demokratîk xelet dibîne, naxwaze Qendîlê vala bike. Lê ez rêdana demokratîk wek gavek baş dibînim û destekê didimê” û lotikekê li generalên Qendîlê dixe.

Mihemedê me piştre lotikek bêîman li brayê xwe Osman Ocalan dixe û dibêje:“Osman mirovekî bê şexsîyet e û pir zû kare bê bikaranîn. Dilê min bi Osmanê me dişewite. Insanekî bê şexsîyet e û kare ji bo berjewendîya xwe malbata xwe û gelê Kurd bi kar bîne. Lê Apo ne wilo ye, Kurd guh didin gotinên wî“ filan û xeftan.

Ez serê we û Mihemedê xwe neêşînim, Mihemed Ocalan xweş ajot, hûr lêxist û kûr lêxist.

Heçê bawer neke, bila hevpeyvîna wî di rojnama Turkîye de bixwîne û hûn sax….

Enqere

Ev nivîs 166 carî hatiye xwendin