P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
Hetiketî û bêkesayetî
B. Ronahî
BÊJIN PADÎŞAHÊ XWE
L. Şêxo
Pira selatê
A. Dûran
KARÊ DİNAN
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
BISE ÎCAR DORA JINA YE
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Tendurustî






Reng û tenduristîya ruh 14/02/2010

Dibêjin reng û bandora rengan di tenduristîya ruhê meriv de rol û bandorek mezin dilîzin. Li gora ku pisporan lê kolaye û derxistie holê, rengê ruh û hissîyeta merivan jî heye. Pispor û zanyarên psîkolojî û tenduristîya merivan, derxistiye holê ku lesên saxlem û zînde rengên germ û zînde hildibijêrin û kesên ku di bohranê de ne rengên sar û çilmisî hildibijêrin.   Li gora ku rojnama Îtalî ya La Repubblîka radigihîne, zanyarên Zanîngeha Manchesterê lêkolînek li ser 105 kesên saxlem û 108 kesên ku di deprasyon û bohranê de ne kirine. Tabloya rengan danîne ...

Pirsgirêka pêşerojê: MÎGREN 9/02/2010

Teknolojî hem baş e û hem jî qûşê li meriv diqetîne. Her ku teknolojî bi pêş dikeve, hewa û xweza jî tê guhertin û ji fabrîqeyên teknolojîyê dûman, jehr û ziqûm bi ezmên dikeve, ev jî dibe sedema peydebûna gellek êş û nexweşîyên bêderman.   Yek ji nexweşî û acizmendara bêderman jî êşa Mîgrenê ye. Ango; serêşa giran û bêderman e. Di peydebûna mîgrenê de sedem û bandorên herî mezin kirêtbûna hewayê, stres û pirsgirêkên aborî ne. Gava hewa kirêt, stresa zêde û pirsgirêkên aborî dikevin ser hev, serê meriv dibe wek mak û kunmoza ...

Zingîniya guh 7/02/2010

Car caran xuşînî û zingînî ji guhên meriv tê. Karakter û xurtbûna vî dengî çi dibe bila bibe, bi gelemperî ji zingîniya guh re "tînnîtus" tê gotin. Zingîniya guh bi serê xwe ne nexweşiyek e. Nêzîkî %30 însanî car caran ji zingîniya guh gazindar in. Ev deng piraniya caran ji ber xweve winda dibe. Zingîniya subjektîf li derûdorê nayê bihîstin lê a objektîf ku, ji livandina bazû (kas) yên guhkê navîn tê, gellek caran ji alî merivekî nêzîk de tê bihîstin. Destpêk û windabûna zingîniya guh ne kifş e. Carna ew deng heta bi ...

Brîna reş ( Pençeşêr – Kanser) 7/02/2010

Brîna reş, ji malzaran (hucre) destpêdike. Malzar wek karxaneyek (febrîqe) piçûk e. Malzar ji xwarinê enerjiyê çêdikin. Ji bo vê bi cîh bînin, divê di nava malzaran de perçeyên pirr piçûk ku, bi mîkroskopên Elektronê tên dîtin, hebin. Ji van perçeyên piçûk re Mîto kondrî tê gotin. Gava Mîtokondrî xera dibin yan brîndar dibin, malzar nikarin oksîjenê bistînin û bi vê re dan û stendin çênabe. Ji bo vê jî malzar bêgav dimînin ku bê oksijen bijîn û li ber xwe bidin. Ev malzarên ku bê oksjen dimînin û li ber xwe ...

Apandîsît 7/02/2010

Li gor îstatîstîkan, ji kesên ku ji ber apandîsîtê serî li nexweşxanan dixin, sedî 40 ê wan zarok in. Bûyerên apandîsîtê bi piranî rastî demsala havînê tên. Zarok gelek caran ji êşa navê gazindar in. Ji bo vê jî meriv zêde guh li wan nake û dibê qey tiştekî normal e. Lê divê em zanibin ku, ji du salan û pêde her zarok kare êşa apandîsîtê bikşîne. Apandîsît hem berfireh û hem jî bi tirs e. Piştî êşa wê bi 12-36 seetan go operasyon çênebe, apandîsît kare biteqe û di xavka zik ...

Dil 7/02/2010

  Malzarên laşê mirov hewceyî xwarin û Oksîjen'ê ne. Ji bo ku, çêbûna maddeyên bi zirar bên bidûrxistin, pêwiste xwîn bêwestan li lêş bigere. ji vê tevgerê re gera xwînê tê gotin. Divê xwîn ji avzêmekê bê pimpekirin da ku li temamê laş bigere. Gava ev pimpekirin tunebe xwîn nikare tevgera xwe bike û li lêş bigere. Lebata ku xwînê dilivîne û li laş digerîne dil e. Dîwarên dil ji sê tebeqan pêk tê. Tebeqa hundur, a nêvî û a der. Mezinbûna dil wek buks'a mirovekî ye. Dengê Dil ji guvaştin  û ...

Xwarinê hêdî bixwin û zeîf bibin 7/02/2010

Xwarina xwe bê lezandin, hêdî hêdî bixwin û xwe ji kîloyên xwe yên zêde rizgar bikin. Hêdî xwarin him dihêle ku mirov xwe kontrol bike û him dibe sebeb ku tahmê ji xwarinê bistîne. Piştî destpêkirina xwarinê mekanîzmeya kontrolkirina birçîbûnê jibo ku xwe têr his bike piçekî wext divê. Pir caran û hindik bixwin û nehêlin ku hûn xwe pirçî his bikin. Xwarinê liser piyan nexwin, rûnin û xwe fêrî xwarina hêdî bikin. Di orta xwarinê de ger êdî hisa we ya birçîbûnê derbas bûbe, zorê nedin xwe û ji ser sifreyê rabin. ...

Allerjî 7/02/2010

Allerjî zîzbûna lebatan a li dijî maddeyên biyanî ye. Ji van maddeyan re Allergen tê gotin. Hinek maddeyên di nava xwarinan de, derman û maddeyên ku bi hewê re dikevin nava Sorsorkê (kezeba sor) hinek ji wan in. Ev madde ji lebatan re biyan tên. Laş li hember van maddeyan -dijmadde-yan diafirîne. Ji van dijmaddeyan re -Antîkor- tê gotin. Ev madde di lêş de bersivên bi hinner (bi hêz) didin û ji pevçûna herdû aliyan allerjî çêdibe. Ne şerte go laş allergenan ji derve bistîne. Carna mîkrobên ku, di laş de bi cîh ...

Derew nayên veşartin 7/02/2010

Ger hûn di famkirina derewan de zahmetiyan dikşînin û ev jî ji we re serêşiyan dike wê gavê vê nivîsê bixwînin. Hin îşaretên derewan hene ku mirov didin dest. Li hereketên mirovê bi we re diaxife binêrin, şiklê axaftina wî an kenê dike bê ku hay jê hebe wî bi we naskirin dide. Psîkolog Derren Brown îdia dike ku bi teknîkên psîkolojîk dikare ramanên mirovan bixwîne û dibêje: “Bedena me di derbarê ku em xwe bi rastî jî çawa his dikin delîla dide.  Ger hûn zanibin lêbinerin, hûnê ji hereketên bedena kesekî bi ...

Nexweşiya Şekir 7/02/2010

Nexweşiya şekir ji ber xirabûna bikarhatina lûf'ê Pankreas'ê çêdibe. Ev lûf (bez - paç) hinek maddeyên ku, erkên cûrbecûr dibînin, tînin holê. Ev jî du şikil in.  1-) Lûf'ên ku maddeyên çêkirî bi riya hinek cok'ên (kanal - rê) taybet davêjin der. Wek: Lûf'a tif'ê, tifê valadikin valayiya dev. Lûf'a aşik'ê, maddeyên avê valadikin êş. Ev maddeyên ku tên holê maddeyên heyvan'î ne. Bi riya van heyvan'an xwarin di hundur de perçe dibin û dikevin nava xwînê. 2-) Lûf'ên ku sererast maddeyên çêkirî bera nav xwînê didin. Ji van re Lûf'ên hormonê jî tê ...