P. Kemal
Em Lotikxanê difroşin!!!!!
F. Devliken
Firkandin
B. Ronahî
DARCIGARA YEK MITROOOOOO !!!
L. Şêxo
Şifêr, qomser û heval
A. Dûran
DEZGEH DANÎN!
B. Qendilê
Gendelî ne tenê ketiye bêrîkan
R. Kal
Agirê nava Gozê
S. Îloz
Hovîtiyek û Mikurhatinek
N. Çelîk
Kera nebin nav keran
ARŞÎV | TÊKILÎ

Xaltîka Fatê




Şimamokê û Mihemedê Serperitî 19/03/2010

Silav xaltîka Fatê Xaltîka delal û şîrîn, dermanê derdê bê derman... Navê min Şimamokê ye. Ez ji başûrê Kurdistanekan im û temenê min 31 sal, 11 meh, 3 hefte û 12 seet e. Yanî, ez tam di kemla xwe de me û av li min geriyaye. Derdê min pir mezin û giran e xaltîka Fatê. Xwedê neyne serê kesî, tiştê hatiye serê min nehatiye serê mişk û pisîkên xwedê. Hêvîdarim tuyê aqilekî bidî min û rêyek xêrê bide ber min rebena xwedê. Derdê min ev e xaltîka Fatê. Di zankoya Selaheddînê de ez û xiyarekî dil ketin ...

Hûn dixwazin bextewar bin? 18/02/2010

 Gelo navbera we û jina we çawa ye? Şîr û şekir e yan şor û tûj e? Hûn li bextewarî û şanazîyê digerin û dixwazin navbera we û jina we xweş, germ û nerm be? Aha ji we re çend pêşniyazên qerase: 1- Çi cara ku hûn ji derve hatin, destvala bi ser jina xwe de neyên, baqek gulên sor ji ewên ku bêhna wan kîlometroyekê difûre, ji wan re bînin. 2-  Heger hûn çûn kar yan karekî we li derve derket, her serê pênc deqîqeyan telefonî jina xwe bikin û raporek wek rapora Komisyona Ewrûpayê ...

Flaş!!! Spartakûs xalis muxlis Kurd derket! 31/01/2010

    Kilîlîlîlîîîlî, lehengê dîrokî Spartakûs sedî sed Kurd derket! Piştî xirepiş û lêpirsîna lêkolîner, sîxur û ajanên Lotikxanê, bi delîl û belge derket holê ku lehengê dîrokî Spartakûs Kurd e û ji nîjadê MED a ye. Lêkolîner, sîxur û ajanên Lotikxanê, berî bi şeş mehan bi çalakîyek canfedayî ketin pirtûkxane û arşîvên Yewnanistan û Îtalyayê û tam 2010 pirtûkên kevnare pel bi pel xwendin. Piştî ku bi xwendina pirtûkan virikî û şevekorî bûn, derxistin holê ku Spartakûs bi eslê  Kurd e û ji Împaratorîya MED e. Tu nabê rebenê Spartakûs wek kole li Romayê ...

Xaltîka Fatê û Tahiro 31/01/2010

  Weyla ez bi qurbana doxîn, deling û navrana te bûmê rebbî, keçê tu çawayi peppûkê? Law çavê min li bendî nivîsa te qerimîn hey topa xwedê lê ketê rebbî! Yan dev ji lotikan berde, yan jî binivîse û me bê ayet nehêle, wîî! Te em elimandin zîtirkên xwe, qey îcar çavê te lê ye em xwe „harakîrî“ bikin bavo, waweylê! Binivîse keçko binivîse, ok! Werhasil, ez têm wan herdu lêvên te û wan wek libên tirî dimijim. Îcar ezê bêm ser mijar û lotika xwe. Tu zani lê, îro li başûrê Kurdistanê hilbijartin e ...

Xaltîka Fatê û çareserîya demokratîk 31/01/2010

    Hûn zanin, van heyaman avêtina gavên demokratîk û qaşo çareserîya pirsa Kurd bûye mode û herkes pê serxweş bûye, bûne wek mirîşka gêj. Ji alîyek Erdogan û hikûmeta xwe pakêt makêtan amade dikin, ji alîyê din PKK û Ocalan pakêtan amade dikin û ji alîyê din de jî her kesê ku destê wî qelem digre, pakêt, çewal û xurcikan amade dikin. Û piranîya Kurdên xwelîliser? Kurd jî bûne wek mirîşka serjêkirî û virde wêde li dora xwe dizîzikin, hew zanin ji kê yeqîn bikin û ji kê nekin. Min jî wek sekreterê eşîreta Lotikxanê, yanî ...

Tirr di dergevanê Lotikxanê de nema 31/01/2010

    Van rojan bele li ser belê tên serê lotikvanên me. Nizanim ne çavînî bûne, ne hinekan li ser wan xwendiye û ne jî nanê bê xwê xwarine. Min ji sibê heta êvarî şîret li wan dikir û digot:“Law hay ji xwe hebin qûnekno, van heyaman Lotikxane dîsa bi pêş dikeve û tê ser sêhra berê, hinek we çavînî nekin oxlim“ û dida bin dûvê wan. Lê xuyaye serê wan ji serê Zaza jî hişktir e. Bi ya min nekirin û yeko yeko li erdê dikevin, dibin wek mirîşkên gêj. Werhasil gelî xwendevanan.. Piştî ku ...

Formula Zewacê 31/01/2010

  Li gel silavên germoke û nermoke;  ramûsanek mezin, bi hêza kezebê, bi îmana bêvilê, bi riya zengelorkê ji te re dişênim. Xaltîka min ya delal, ez ketim nexweşxaneya Lotikxaneyê min got psîkolojîka min û sosyolojîka min xera bû nin; hemû  pisporan te nîşan dan, lewma  hatim ber deriyê te. Xaltîka xwînşêrîn, mijara min di warê civaknasiyê de ye. Pisporek biyanî gotiye formula zewacê ev e : N/2+ 7 Mînak: Şexsekî 32 salî, Temenê wî bi duca kin : 32/2=16 û bi hefta re berhev kin: 16+7=23 Yanê şexsekî 32 salî ku li namzetên zewacê bigere divê namzet herî ...