P. Kemal
Wey dinyayê!
F. Devliken
Hetiketî û bêkesayetî
B. Ronahî
BÊJIN PADÎŞAHÊ XWE
L. Şêxo
Pira selatê
A. Dûran
KARÊ DİNAN
B. Qendilê
Bahlûl û Muhsin Camêr!
R. Kal
BISE ÎCAR DORA JINA YE
S. Îloz
Kurd çi naxwazin, ji çi ne razî ne?
N. Çelîk
Heta bi faşîstan jî henekê xwe bi BDP dikin
ARŞÎV | TÊKILÎ

Bavê Jîndar






GILGIL / GARIS 16/08/2010

 GENIMOK / ZEA MAYS   Genimok riwakek ji malbata geniman tê hesibandin.  Bejna wî li gor welat û cih 1,5 – 3 mîtroyan tîrane bilind dibe. Navtenga wî stûr, biriqok û dişibe qamîşan û nava wî vala ye.  Alîyê derva yê belgên wî keskên biriqok  û alîyê hundir mat in. Bejna belgan  heta mitroyekê dirêj dibin, dişibin riman. Kulîlkên wî yên nêr û mê hene. Yên mê di gupika  genimê wî de dertê. Berî ew kulîk bibin genim, pirçikek(gûfikek) wek por di serê wî de çêdibe (hinek dibên pûşî, hinek dibên pirç û hwd). ...

CEH 26/07/2010

HORDEÛM  VULGARE Ceh riwekek (nebatek) ji malbata geniman e. Bejna wî jî wek ya genim,  qamîşek zirav, narîn û nav vala ye. Lê bejna wî hinekî ji genim kintir e û li ser her liba tovê ceh 5-8 qesel (pûş-qamîş ) radibin. Fêkîya wî jî wek ya genim e. Di serê gupika qeselê de simbilan (gûşî ) dide û ji wî fêkiyê dişibe genim re “ceh“ tê gotin.   Welat û dîrok : Makwelatê wî Mezopotamya ye. 10.000 sal berê çandinîya wî li Mezopotamya hatiye kirin. Ji wir derbasî Misrê û welatên din bûye. Lêkolîner ...

ZEBEŞ 17/07/2010

ŞITÛ- ŞÛNTÛ /  CITRULLUS  LANATUS   Şûntû riwakek (nebatek) ji malbata kulindan e. Herçend wek dikakan bê çandin jî, lê ji fêqîyan tê hesibandin. Belgên wê pirt-pirt in ( parçe ne) rengên wan xwelîyane ne . Rehên wê xwe heta 40 cm berdidin kûratîya axê. Qurmê wan heta 10 mitroyan bi xuşokî li ser axê dirêj dibin. Kulîlkên wê bi gelemperî zer in. Ew kulîlk berê  dibe fêqîyek wek bişkokekê û paşê jî zexim dibe. Zexmîhîya wan li gor cûre , ax û welatê lê çêdibe ji 1- 80 kîloyan diwezinîne. Formên wan jî ...

QEYSÎ / MIŞMIŞ / ZERDELE 4/07/2010

                                                                           PRUNUS  ARMENÎKA Qeysî riwakek (nebat) daran e ji malbata gulan tê hesibandin. Bejna wê 3- 10 mitroyan bilind dibe. Kulîlkên wê berî ku pelên xwe veke dibişkivin û bi gelemperî spî û peyazî ne. Belgên wê keskê tarî, biriqok, dilane û rexên wan bi gelemperî xet-xet in. Piştî kulîlkên wê diwerin (diweşin) cihê wan fêqîyek kesk digire. Ew fêqî paşê mezin dibe dibe fêqîyek zer, zerpeyazî, piravî û şirîn. Di nava wan fêqîyan de dindikek qaşil hişk û di nava qaşil de jî kakilek wek yê behîvan heye. Di bingehê de dibin du ...

Gêlas / Qeresî 24/06/2010

ASPÎRÎNA XWERISTÊ PRUNUS  AVÎUM Gêlas riwakek (nebat) darane ji malbata gulan tê hesibandin. Bejna wê bi tîrane heta 15 m an bilind dibe. Qaşilê dara wê hilû ye (şemitok)  û 60- 70 salan dijî . Kulîlkên wê berî belgên wê dibişkivin. Belgên wê kesk, kulîlkên wê spî û çend heb bi hevre ne. Dema ew kulîlka 5 pelî diweşe, şûna xwe jibo fêkîyek berê kesk, pêre rengên wan tên guhertin sor û zer dihêle.  Yên kiremî û spî jî hene. Ew fêqî dişibe dil’an an jî girovir in. Fêqîyek biçûk û tamşirîn e. Di ...

KUNCÎ 12/04/2010

SESAME ORIENTALE Kuncî riwekek dexlane, ji malbata kuncîyan e. Bejna wê bi tîrane 50 – 150 cm bilind dibe û kêm caran çik jê diçin. Belgên wê 5-10 cm dirêj  3-5 cm fireh, şiklê wan rimane yan jî hêkane ne û rexên wan rast an jî xetxet in. Kulîlkên wê yên wek kovikan di binê dûxika (boçik-zîlik) wê de bi hevre ne.  Rengê kulîlkan spî yan jî  peyazî ne, yên binevşî jî hene. Rengê fêkîyan esmer, sor, zer, an jî reş in û fêkîya wê wek qapsûlan e. Di nava wê qapsûlê de ...

GARIS 19/03/2010

GARIS PANÎCÛM  MÎLACEÛM Garis hêşînhatek ji malbata dexlan (geniman ) e. Kêm zêde 300 cûre û awayên wê yên bejî û avî hene. Reh û rîşîyên wê xwe berdidin kûratîya axê  û li hember zuwahî û bê avîyê zehf qahîm e. Bejna wê bi tîrane li ser gîyayek qamîşî  50-100 cm bilind dibe. Belgên wê keskêtarî û dirêj in. Di nîvê gîyayê wê yê qamîşî de ûşîyek çêdibe. Di wê ûşîyê de 800 - 3.000 libikên spî , zer û biriqokên wek xîzê (qum) hûr hene. Aha ji wî xîzê hûr re ”garis”  an ...

SÎR 28/02/2010

DERMANÊ ŞEKIR Û ZIXT YÊ XWERISTÎ ALIIUM  SATIVUM Sîr hêşînhatek (nebatek ) ji malbata pirasan û pismamê pîvazê ye. Bejna wê li gor cih û war  25- 100 cm li ser navtengekê bilind dibe û navtenga wê heya nîvî bi belg e (pel). Belgên wê 15-20 cm dirêj dibin; zirav, rimane ne û kesk in. Kulîlkên wê wek yên pîvazan di serê gopîka navtenga nêr derdikevin. Rengê wan spî, peyazî (penbe) yan jî keskêpeyazî ne. Qurmê wê di nava axê de wek pîvazekê ye, lê bi tûzî (diran) ne. Di her pîvazekê de di ...

GULKELEM 15/02/2010

BARSSICA  OLERACEA Gulkelem hêşînhatek ji malbata keleman e. Ji ber ku wek seriyek ji gul, anjî kulîlkan pêk hatîye û dişibe kelemek wek kulîlkan,  jê re ew navê “ gulkelem “ hatîye danîn. Dikakek du salanî ye. Belgên wê wek yê keleman in. Belgên hundur kesk, lê yên derva rengê xwelîyê ne. Navika wê di nava belgên wê de pêçayî ye, dişibe seriyek ji gulan. Kulîlkên wê zerên spî ne. Di nava kulîlkan de bizrê wê heye. Herçend rengê wê spî be jî, lê van salên dawîn rengên kesk, binevşî û zer jî jê ...

MÛZ 7/02/2010

 BANANA - BANANIER Mûz hêşinhatek giyayi yên mezin ji malbata muzan e û ( hinek dibêjin ji malbata tûyan lê bi dimena palmal an e ) li welatên germ hêşin têt. Bejna wê 3- 25 m yan bilind dibe, qurmê wê wek girêkan di nav axê de ne. Belgên wê di navtenga wê de hêşin dibin û gelek mezin in. Rengê wan kesk in û bi qasî 2 mitroyan dirêj in. Di nava belgê de rehek dirêj, ji wê rehê cep û rastane rehên rîşî jê diçin û di herdu aliyan de ditewin, ...